QAMIŞLOKÊ …Helbest: Ahîn Zozanî
===========
Teyrê baz
çendî bi firê bilind bibe,
çol û çiya dûr bikeve,
herdem bi çavên evînî li hêlînê vedigere..!!
Helbest:
Ji serê sibehê de
agir di hinava Qamişloka min de dikeliya..
dema Qahfreş lê bûne nijdevan;
bi çepelî
tevna pîrê rakirin,
hêlîna tivîlkê xerab kirin..!!
Qamişlokê
meşxela 12 adarê
di dîroka te de vêketiye..
bi qehremaniya zarokên canpola
navê dayikê
di asoyê azadiyê de ronî da..!!
Qamişlokê
Kevokê
dil ji te re min kir hêlîn
çav ji te re min kirine kozgeha evînê..
Feraşîna rewanê min tu wî,
xezala li ser lêvê,
kaniya her peyvê,
stêra şevê,
cana ji canê te
sûlavek hezkirin dizê..!!
Qamişlokê
Ji vê sîwana tarî qîriya,
ji keseran zemîn hejiya..
lîsgeh bû pencere
ji xumxuma ava serê kaniyê,
ji birîna girê şermola,
ji hêrsa dayikan,
ji raperîna zarokan,
ji êrîşa bav û biran,
ji nalîna pilingên birîndar
rewanên çivîkên
serhildanê bi firê ketin..!!
Qamişlokê
bi gulebarana bê ûjdan
perwaneyên evîndar,
hem kevokên nûfirî
ji hêlînan bêpar kirin...
Bi dengekî şewat
xakê bang kir
şehîd namirin..
Dengê serhildanê giha erşê asîman
avdara 2004an
peleke nû li dilê te vekir dîrokê..!!
12/3/2007