firşteya esîmana
*********
ger tu hatî ,ji esîman bêye xwar
li hêviya tene himêzin min ,ê ji dil û can
**********
ey firşteya esîman
ev xak
bûye dojeha min
li min xulek dibine sal
û pêra ez dibim pîrekal
li min dûbare dibe
êş û jan
li min vejîn dibin
ar û hawar
******
ger tu hatî
û ji esîman hate xwar
li gel xwe bîne peşkek
dilovanî ji derya yezdan
li me bike dilovanî
û heşîn bike ev beyarî
*******
birçîne çavên min
gole xwînin
li benda te
lêvên min tîne
bêlanin ta tu li wan bibarînî
şeraba lêva xo
li hêviya te me
ta
ku
tu
ji esîman bête xawar
ey...firşteya esîman
baran
16-4-2008