ger her bajarek dînê wê hebin û yek ji nîşanê wê bin ka em binerin li bajarê ê delal qamişlo kî heye û çend pêkenînên we bibhîzin.
yek ê herî ko bala min kişand ew rodî bû ,rodî temenî wî dora 20 salaye ew ro pêde tena bêcemeye û paşla xwe hildide û dike wek boxçikê û riya hîzamê di pîve û tevî zaroka li sergoya digere hema çi dibîne dixe paşla xwe, tu jêr bêje ew çiye rodî te daye hev û ji bo çiye,wê bêj te;bi xwedê ez ji xwere li leka digerim ji bo ji xwere bifroşim û wan peran bidim dayka xwe , bavê min perê menî hûr nahêle ji bo nan û birê eraqê vedixwe û kufurya dike xwedê jêr zane,ne wilo wê çavê wî derxe.hema te pirsek jê kir wê nema biraweste,lê lîska a ko herî pê mijûl dibe ewe ku tirênê bi qutiyên serdîna çêke wê rok sax qutya bide hev û mîxkî pola bîne û ser redîfa hîzamê rûne û bi kevirkî wan qutya qul dike û bi têlekê wan bi hev veke û dû xwe bikşîne û ewqa zarok wê bidin dû wî, rodîkê ku dîlê mêjiyê xweye bi tirêna qutyên serdîna a ku bi hişên xwey revandî çêkirye siwar dibe ser xwenên xwe û ji nav me wê barke here bajarek din ,welatek din ku zarok li ser sergoya na gerin ji bo jiyana xwe derbas kin .bila kî bêje bela bêje, qamişlo nemaye bajarê evînê.qamişlo bajarê dînaye,gelo tu cawazî nav bera dînbûnê û evînê heye,yan ne ê dîn be heznakî....pirsek bê bersive
dîn din ê ko ez nasdikm,ana winê bêjin yaw baran hevalê dînaye. bila heyrana çavên we bim ka kî di van rojan de rastiyê dibêje ji bilî dînan.ew enese enes here kîjan tarê ew tar divabe ranezê hingî dike qîr û carwar .tûrkê xwe hildigre ser milê xwe û kolana dadigre bi dengê xwe û li ku bi weste wê xwe dirêjke û razê dilê xelikê jî pê dişewite û xwarinê didênê,lê hema tiştê herî balkêş di enesê de ewe ko hema tim bi tirs û heware,gelo ne mêraniye ko ko hestên xwe ê rast û zelal bi de xuyakirin,ka em bêjin çend şêr di nav mede hene û di nava xwede pisîkin
enes wê winda bibe rokê li ber sqemekê yan li ber gelagermek havînî de wê bi tevize û rakeve xewek vê carê wê bê dawî be xewek nema şiyar bûn dûde hebe,wê ji nav me barke,wê çend kolanan bê qîr û hewar bihêle lê têr xew be,de rakevin birayen min ,birayê min ê dîn,em di xewnek bê sînor hev bibînin. bi rastî dilê min têşe min go ezê pêkenînên dînên qamişlo ezê ji were bêjim ,lê bimnre derneket xuyaye ev êşa mezin a ku em têdene û nayê jibîrkirin û navê wê jiyana me em dîl kirne û sûnd xwariye wê me winda bike di nav pêlên xwede
bibûrin ez bi hêvîme ku min dilê we nê êşandibe birayên mino