min di nav himêza xwede biparêze
bê dengiya şevê min bê can dik
bê hêz dike,canê min .... min di nav tariya porê
xwe min veşêre, min hilgire ji ketena ji nav ezmanê
çavê xwe,min haş bike bi kenê xwe
wek ku zarokek bi şekrê cejnê şad dibe
dema tu dikenî roka newrozê li rojê hezar car li min hiltê
**************
şeva bê deng rengê çavê teye
şêtê wê şevê me
şeydayê wê bê deng yê me
taye girtiyê wê şevê me
tu min bi wê bê deng yê dorpêç dike
tu dilê min digvêşe
**************
şev çine piştî reşiya cavê te
sitêr wê li dor kê dîlan bikn
ji bo kê wê bimirin û bên xwar
tê min û wa sitêra ji kêre bihêle canim
**********
piştî te ez hînî çi bûm heyran
ji bilî qehwê û şiyariya dirêjên şeva
dayka min ban kir dilê min ,berxê min
ev ne evîn lawkê min,evîn
hêviya geş dike
evîn
xewna bi cî dike
mirovan bi bask dike
stêra ber dest dike
evîn
jiyanê bi wate û tam dike
evîn
lawazan bi hêz dikî
payîz li jiyanê dikî buhar
evîn
bexçê gulan wêran nakî
rondika li ser hinarokê dêman na herikîne
evîn
****************
şev
û bê dengîya te
û
sed êş û kul
we bi hevre
dawiya
evîna min anîn
piştî te min evîn
xweş nasikr
min xwe baş naskir
min jiyan û xweda bi hevre naskirin
spas ji tere
û ew sed êşin
ku me bi hevre parkirin