ez vê gotara xwe diyarî rêwî girpirî dikim digel silav û rêzên min
********************************
îro êvara valantayn e ,ev gotin van rojan bûye bi qasî gotina îro êvara newrozê ye yan êvara cejnê ye.îro êvara valantyn e gelo te çi amede kirye ji hezkirya xwe re ji evîna xwere, di vê demê hemû tişt rengê sor li xwe kirine yan bibûrin lêkirine,gulên sor..hirçên sor ,,balîfên bi şêwey dilan û bi rengên sor hatin çêkirin ,,pertûkên bîranînan û ên têbîniya heman bi sor hatine xemlandin
ji bilî dehan şahiyan ku gasînên qamişlo xwe ji bo vê helkefitinê xwe amade kirine.sibe valantyn ne emê çibikin?..
mamoste rêwî girpirî di gotara xwe de a navê
(الروم أو الشات الكردي) gilî û gazinên xwe kirbû ji ber rewşa
xortên kurd ko çawa dema xwe winda dikin bi qerwerk û çivatên çewt li ser odeyên gengeşê û dûr ketina wan ji êş û daxwazên gelên xwe û dûrbûna ji avakirina bingehin resen ji bo pêşerojek ronak ji bo xwe û ji bo gelê xwe
bi rastî hemû mijarln mamoste anîn ziman raste û bicînin
lê ka em bi nerin bê çima gêncên me gihane vê astê ku xwe û azarê miletê xwe jibîr kirye û ketiye bi nîrê ax û xwezî ê ku bi wana em nagihêjin keziya û xweziya
xortên me mîna hevçerxên xwe li hemû devrê li cîhanê di winda bûnekê mezin dijîn dorî civak û êşên xweyî ê rojane dijî bey ku hayê wî ji bayê felekê hebe xortên me bê ermanc û bê rêber û sernimûne bê derfetên wekheviyê ku xwendin bike û kar bike bê karî bi serê xwe tenê windabûnên mezin bi xwere tîne dej her tiştên din bi qer
bi nerîna min ku pirsgirêka herî mezin ew ku xortên me hemû alavên cûda di dest wî de hene lê mixabin ku kes tuneye ku wî bi rêde bibe ku çawa wan alava bi kar bîne
ji bo pêşketina xwe û der dora xwe ,ta astekê ev pirbûna van alava wî winda dike û wî ber tewş bûn û şerpezebûnek mezin dibe gotinek mark tiwîn heye nêzîkî vê mijara meye ew dibêje(ku tenê alavê di dest te de çakûç be wê hemû pirsgirêkên te wê bi şêweyî mîxan be)
erê bi hezarên alavan di dest me dene lê em nikarin tenê yek pirsgirêkên xwe çarserî bikin
wê gelek heval wê bêjin çi girêdana vê galgalê bi valantyn heye
bi nerîna min ku nexweşiyên me gelek caran nayên xuyakirin ne ku rastî astengya bibe yan rastî helkeftinekê bibe wê çaxê wê ew nexweşî wê diyar bibe û beloq bibe
ewqa nûjenî dûrbûn nêzîk kirye,ewqa em jî ê ku em nêzî hev em ji hev dûrxistine û dengê hev nabhîzin
helkeftin bûye pêdivî ku em hestên xwe bidin xuyakirin
helkeftin divê ku em ji daykên xwere bêjin ku em ji wan hezdike ,helkeftin ji mer divê ku em rêzên xwe bidin xuyakirin ji bo mamosteyên xwe,helkeftin divê ji bo ku em hezkirya xwere bêje ez ji te hezdikim
û ê sûd werdigre ji van helkeftinên me û ji van hestên helkeftinî û sexte ewin bazrgevanin ku hest û ramenên me û daxwazên me xistine bazarê û ser me bazara dikin û masa digerînin û şûşan ser bê hişya me dirjîne
bimînin şad û kêfxweş û her valantayn win bêrîk valan bin