Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê gelekî ku hatiye bindesthîstin e, di îmkana pêsdexistina saziya netewî û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêsxistina ziman û çand, hebûnên civakî û dîrokî ve hatiye bêparhîstin. Zimanê Kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eskerekirin. Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêsdexin, bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîstine. Yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya sexsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rewsa îstisnaî ya Kurdistana Îraqê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welêt kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ku encama têkosîna netewî ya bêwestan û bênavber bûye û pistre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema serê salên 60'î, li vî perçê Kurdistanê, wisa lê hatiye ku hejmara ronakbîr û saziyên ku li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vî perçê welêt mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tistên ku li ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistanê bindest kirine û yên hin der û dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnîsan bikin, ku ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi armanca ilmî lê bi ya siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li nav gel bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro hebûna gelê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek perçeyek ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nîsandan. Li ser zimanê Kurdî jî îdîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad(Tirkên çiyayî) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind (sunî) ê ku, ji çend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye.
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek sathî bi sasçûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî serbixwe ye, zaraveyeke ji Farisiya kevin û yan jî ya nuh. Yên ku li ser zimanê Kurdî tehlîlên sas ên qestî kirine yan jî bi nezanîn sas çûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî zaraveyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û peskar kirine gelek zêde ye.
Li aliyê din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetoak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîstine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî, morfolojî û sîntaksa zimanê Kurdî hatine kirin, nîsan dane ku zimanê Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedî dîrokeke taybetî ya pêsveçûnê ye û yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin.
Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndû-Awrûpî ye, dikeve nav saxê zimanên Îranî û di vir de jî, ji grûba Îraniya Bakurê Rojava tê hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de hesibandine. Zimanên dinyayê dabes dibin ser van malbatên zimanan:
Malbata zimanên Hîndû-Ewrûpî
Malbata zimanên Samî: Erebî, Îbramî û Aqadî dikevin nav malbatê.
Malbata zimanên Bantû: ji hin zimanên Afrîka Basûr û ya navîn pêktê.
Malbata zimanên Çînî: Ji zimanên Çînî û Tîbetî pêk tê.
Malbata zimanên Ural-Altayî: Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî, Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî, Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin.
Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du bes.
Besa Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Latînî û yên Slavî dibe sê sax.
Di saxê zimanên Ermenî de Swêdî, Norwecî, Danîmarkî û Îslandî hene ku ev zimanê Îskandînavî ne. Pist re Flamanî, Almanî û Îngilîzî jî di vî saxî de ne. Zimanên Latînî ji; Portekîzî, Îspanyolî, Fransî, Îtalî û Romanî pêk tê.
Di saxê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî (Polonî) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî (Albanî) Lîtwanî, Keltî û Baskî ji dikevin besê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî. Di besê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Îranî dabes dibe li ser esasê zimanên Hîndî û yên Îranî. †axê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya Îroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûoûrayî, Pencabî û Senegalî pêk tê.
Di saxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), Avestayî, Sogdî, Belûcî, Pestûyî, Osetî û Kurdî hene. Zimanên Îranî ji alî avabûna rêzimanî dibin çar bes: Kurdî di grûba Îraniya Bakurê Rojava û farisî di grûba Îraniya basûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna xwe jî di bin sê bes.
Zimanên Yekkîteyî: Zimanê Çînî û Tîbetî ji vê grûbê ne.
Zimanên dûvgir: zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne.
Zimanên tewangbar: Zimanên Hîndû-Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabeskirinê, zimanê Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar.